Di operasyona rojên rabûrî de ku arteşa Tirkiyê li Bayezîdê a navçeya Agiriyê li dijî PKK ê pêkanî bû, eskerek Tirk hat kuştin.
Îro roja dûşemî 5/10/2020an, cesedê eskerê Tirk ê bi navê Hisên Îrtîcî ku di şerê Bayezîdê de hatbû kuştin, ji bo bajarê wî xetayê hat veguhastin.
Arteşa Tirkiyê eşkere kir, ev eskerê wan di operasyona Yildirim de birîndar ketbû û piştre li nexweşxanê canê xwe ji dest da.
HPG ê balê leşkirî yê PKK ê duh roja yekşemî di beyaneke nivîskî de eşkere kir ku wan eskerk li navçeya Heftenînê li 2 vê mehê jî kuştibû.
Lê belê wezareta navxwe a Tirkiyê piştre ragihandibû ku di operasyona Bayezîdê de, 2 Gerîlayên PKK ê hatibû hedef kirin.