Yek ji zindaniyên siyasî yên kurd ku di dema çend hefteyên rabûrî de du caran gireva birçî bûnê ragihandibû, li zindana Ormîyê agir li ceseda xwe berda.
Rêxistina mafên mirovan a Hengaw ragihand, îro roja yekşemî 18/10/2020an ‘Adil Mukerem, zindaniyê siyasî yê kurd li zindana navendî ya Ormîyê li ber çavên dadwerê çavdêr û cîgirê berpirsê zindana Ormîyê agir li cesedê xwe berdaye.
Li gor gotna çavkaniyeke haydar di nava zindana Ormîyê de, lingê rastê yê Adil Mukerem pir şewitî ye.
Hat zanîn jiberku berpirsên girtîgehê sozên bi Mukerem dayî piştî mehekê ji gireva birçbûnê bicî neanîn, navbûrî xwe şewitandiye.
Hengawê her weha ragihand bê ku tedawiya birînên ‘Adil Mukerem were kirin, bi fermana berpirsên girtîgehê ew ji bo zindana takekesî hatiye veguhastin.
Adil Mukerm li 4/10/2020an weke bertek nîşandan li dijî vê yekê ku ew bi 10 mehan hatye ragirtin di nava zindanê de bê ku çarenvîsa wî were diyarkirin, lêvên xwe durîbûn û gireva birçîbûnê ragihandibû, piştî 3 rojan û sozên berpirsên girtîgehê li ser cîbcîkirina daxwazyên wî, gireva birçîbûnê bi dawî anîbû.