Sipayê Pasdaran navçeya Biradostî topbaran kir

Sipayê Pasdaran navçeya Biradostî topbaran kir

Sipayê Pasdara ê Rejîma Îslamî a Îranê, îro navçeya Biradostî a herêma Başûrê Kurdistanê topbaran kir û zirar bi rez û baxên şênîyan ketine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncşemî 29/10/2020an, sipayê Pasdaran ê rejîma Îranê ji aliyê sînor ve, hejmareke gundên girêday navçeya Sîdekan topbaran kirin.

Dest nîşan kir, ev êrîş li demjimêr 11:38 xulekê beriya nîvrojê pêkhatîye û her yêk ji gundên Ketîne, Berbizîn û Binperêz ên navçeya Sîdekan ketine ber mûşekan.

Komara Îslamî a Îranê ev dema çendîn salane bi hênceta hebûna Pêşmergeyên hizba Semokrat, navçeyên sînorî ên nêvbera başûr û Rojhilata Kurdistanê bi teybet navçeyê Balkayetî û Biradostî topbaran dike.

Pustên heman beş