Li Wanê 210 koçber hatin girtin

Li Wanê 210 koçber hatin girtin

Li Erdîşa navçeya Wanê 210 koçberên bêdestûr ên bi rêyên dereqanûnî derbas bûne, hatin girtin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr da hat diyarkirin ku wezîfedarên Şaxa Deriyên sînor û Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan li dijî koçber û qaçaxçiyan xebat dan destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da li Erdîşê li ser şikê TIRa E.K. diajot dan sekinandin û lê geriyan.

Di lêgerînê da 18ê wan zarok, 11ê wan jin 170 welatiyên Efxanistanê, 26 welatiyên Pakistanê, 9 welatiyên Iraqê, 4 welatiyên Bangiladeşê û welatiyekî Ozbekistanê yên bi rêyên dereqanûnî derbas bûne hatin tesbîtkirin.

Ajokarê TIRê hat binçavkirin, piştî karûbarên fermî ew ê koçberên bêdestûr teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr bikin.

Pustên heman beş