Jineke 120 sal li Şirnexê Korona derbas kir

Jineke 120 sal li Şirnexê Korona derbas kir

Jineke temen 120 sal li Şirnexê a Bakurê Kurdistanê, paş ketina wê bi vîrosa Kovîd-19, îro nexweşxane bi cî hişt û ji vê vîrosê leş sax bû.

Menîce Encu temen 120 sal ku dayka 12 keç û kurane û pêtir ji 100 nevîyan hene, berîya 2 hefteyan ew bi vîrosa Koronayê nexweş ketibû û paş ku rewşa wê hinekî xeter ketî, ji boy nexweşxanê tê veguhastin.

Çavkaniyên tendirustiyê eşkere kirin ku tîmeke gerok a çêkirina têstên Kovîdê, têst ji bo dayka Menîce kirbû.

Îro roja pêncşemyê, Menîce paş ku ji vîrosê leş sax bû, nexweşxane bi cî hişt û karmendên nexweşxanê bi dest qutanê pêşwazî li derketina wê kir.

Helîme Encu ku dibe bûka Menîce ji bo medyayê axvî û go ku xesuwa min pêtir xwarinên xwezayî dixwe lewma wê ev nexweşî bi hêzeke mezin derbas kir û vegerî malê.

Pustên heman beş