Îranê 4 ciwanên Ormîyê bidarvekirin

Îranê 4 ciwanên Ormîyê bidarvekirin

4  ciwanên Kurd ên bajarê Ormîyê li Rojhilata Kurdistanê îro cezayê bidarvekrinê li ser hat bi cî kirin, yek ji wan berya bi cî kirina cezay, dawî bi jiyana xwe anî.

Rêxistina Hengaw a mafên mirovan eşkere kir, îro roja pêncşemiyê 29/10/2020an, cezayê bidarvekirinê li ser 4 ciwanên Kurd li zîndana merkezî a Ormîyê hat bi cî kirin, yek ji wan berya bi cî kirina cezayê wî, dawî bi jiyana xwe anî.

Dest nîşan kir, navê wan ciwana eve: Yasir Mihemedî, Zeynal Abdîn Mihemedî, Elî Melekî Murteza Heyder û Musa Ne’manî.

Rêxistina Hengaw eşkere kir ku Elî Melekî ku ew jî cezayê bidarvekirinê ji bo derketibû û biryar bû îro li gel hevalên wî were bi darvekirin, li şeva derbasbûyî di zîndanê de bi amûrekê tûj dawî bi jiyana xwe anî.

Rejîma Îslamî a Îranê berya 5 salan ev 4 ciwane bi tuhmeta kuştina bi enqest desteser kirbû û li rojên rabûrî ji bo jûrên take kesî hatibûn veguhastin.

Pustên heman beş