Balefirên cengên dewleta Tirkiyê, îro liv û tevgerên çekdarên PKK ê li sînorê navçeya Şêladizê a Başûrê Kurdistanê hedefkir û 4 mûşek lêdane.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê, agahî li derbara êrîşa Tirkiyê a êvara îro roja înî 30\10\2020an bi destxistin ku balefiran liv û tevgerên çekdarên PKK ê li sînorê navçeya Şêladizê hedef kirine.
Li gor agahiyên destê me, balefiran li demjimêr 4:20 êvara îro, nuqteyên PKK ê li devera bi navê Astenga gundê Sîdan li navçeya Şêladizê li devera Nêrwe Rêkan bombebaran kirine û 4 mûşek lêdane.
Yek ji ciyên ku ketine ber êrîşa balefiran, nexweşxaneya PKK ê a devera Zapê bûye, lê belê zirar nehatine zanîn.
Partîya Karkerên Kurdistanê her ku diçe hereketa çekdarên xwe têxe nava gund û nêzî bajarokan, PKK e vê yekê bi mebest dike ji bo ku gundên başûr bibin meydana şer û ji şênîya werin valakirin, bi sedema vê taktîka bi armanca PKK ê, ji xizîrana îsal ve, arteşa Tirkiyê pêtirî 30 nuqteyên xwe li Başûrê welat zêde kirine.