“Her wexta dilê Kurdistanê azad bû, tirba min bibin wê derê”

necmeddîn kerîm

Parêzgerê Kerkûkê û yêk ji piştigrên herî diyar ên referandoma serxwebûna Kurdistanê, îro koça dawiyê kir, Necmeddîn Kerîm di wesyeta xwe de got ku her wexta Kerkûk azad bû, bila tirba min ji bo wê derê were veguhastin.

Ofîsa ragihandinê a Necmeddîn Kerîm îro roja şemî 31/10/2020an di beyaneke nivîskî de eşkere kir, Necmeddîn Kerîm yê parêzgerê Kerkûkê li yêk ji nexweşxaneyên Amerîkayê koça dawiyê kir.

Ragihandin wihaye:

Bi xemgînîyek mezin ve, em radgihînîn ku piştî nexweşketina çend rojên berê, birêz Dr. Necmeddîn Kerîm parêzgerê Kerkûkê li şeva înî li demjimêr 23:00an bi dema Amerîkayê vê sibê li gor dema Hewlêrê, koça dawiyê kir.

Ofîsê eşkere kir, li ser daxwaza Dr. Necmeddîn Kerîm rehma xudê lê be, cenazeyê cenabê wî bo Kurdistanê dê were anîn û bi awayekî demkî li Kurdistanê were b xak sipartin, heta wê dema ku bajarê Kerkûkê were azadkirin û di bin ewlehî û aramî û hêzên Pêşmerge de be, bi awayekî mayînde dê bo bajarê Kerkûka pîroz were veguhestin.

Li gor wesyeta Dr. Necmedîn Kerîm tazî dê neyê danîn, daku qerebalixî çênebe û ji ber belavbûna vîrosa Koronayê, rewşa tendirustya giştî were parastin.

Necmeddîn Kerîm bi yêk ji xebatkar û welatparêzên Başûrê Kurdistanê dihat hesab kirin, piştigrîyeke bê hempa li dozên hildana ala pîroza Kurdistanê li Kerkûkê û hemwext referandoma serxwebûna Kurdistanê ya 2017an li kirîye, her bi vê sedemê hêzên dagîrkerên Kerkûkê û li pêşîya wan serokwezîrê berê yê Îraqê Heyder Ebadî, biryareke derqanûnê di rasta Necmeddîn Kerîm de derxist û xwest bi rêya giropa xaînan ji bo Bexdayê were radest kirin, lê belê ev amanca wan sernegirt.

Pustên heman beş