Siyasetmedarekî Rojava: Ji bilî PKKê ti hêzeka kurdî neketiye lîsteya terorê

Siyasetmedarekî Rojava: Ji bilî PKKê ti hêzeka kurdî neketiye lîsteya terorê

Siyasetmedarekî Rojavayê Kurdistanê dibêje, ji bilî PKKê ti hêz û partiyeka kurdî neketiye lîsteya terorê.

Hiqûqzan û siyasetmedarê Rojava, Redîf Mistefa li ser teqandina boriya nefta Kurdistanê ji aliyê PKKê ve, ji BasNewsê re got, kiryar û reftarên terorîstî yên PKKê li Herêma Kurdistanê, li ser daxwaza dezgehên îstixbaratê yên biyanî tên kirin, didomin.

Redîf Mistefa her wiha got, PKK bi hemû şax û liqên xwe ve, rêxistineka terorîstî ye. Di dîroka kurdan de heta niha ji bilî PKKê ti hêzeka kurdî ew nasnav wernegirtiye.

Wî siyasetmedarê kurd anî ziman, PKK gelê Kurdistanê mîna ardû bo berjewendiyên xwe dişewitîne û ziyanê digehîne Kurdistanê.

Bi gotina Redîf Mistefa, hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, tenê xizmeta dagîrker û dijminên Kurdistanê dike. Divê PKK ji Herêma Kurdistanê derkeve û êdî xwe neke xwedanê Rojavayê Kurdistanê jî. Divê hêzên netewî jî daxwaza derketina PKKê ji wan du beşên Kurdistanê bikin.

Wî siyasetmedarê Rojava da xuyakirin, PKK ji roja ku Herêma Kurdistanê hat avakirin, dijberiya xwe nîşan da û got, bi baweriya PKKê Herêma Kurdistanê xencerek e li pişta ereban hatiye dayîn! Niha jî, ji ber ku nikarin bi şer Herêma Kurdistanê ji nav bibin, dixwazin bi teror û şerê aborî, dijminahiya wê bikin.

Pustên heman beş