Hoşeng Osê: PKK hewl dide xaka Herêma Kurdistanê serbazî bike

Hoşeng Osê: PKK hewl dide xaka Herêma Kurdistanê serbazî bike

Nivîskar û rojnamegerê kurd ji Rojavayê Kurdistanê derbarê teqandiina boriya neftê ya Herêma Kurdistanê de axivî û da zanîn PKK dixwaze kêşeyan bo Herêma Kurdistanê çêke û herêmêm Kurdistanê bibin herêmên serbazî.

Îro roja pêncşemê 31/10/2020an, nivîskar û rojnamegerê kurd Hoşeng Osê, ji ser rûpela xwe ya tora medyaya civakî a facebookê derbarê teqandina boriya neftê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê PKKê ve nivîsek lê kir.

Osê dibêje armanca PKKê ew e ku kêşeyan ji Herêma Kurdistanê re saz bike û xaka Herêma Kurdistanê bike serbazî.

Herwiha Hoşeng Osê dibêje PKK bi teqandina boriya neftê wisa dike ku ne tenê Bexda û Hewlêr, Enqere û Washington jî dijî wê biwestin.

Hoşeng Osê tekezî li ser wê yekê jî dike dibêje Cemîl Bayikê serkirdeyê PKKê çawa di salên 1980î û 1990î de daxwazên rejima Beşer Esed û Îranê bi cî dianî niha jî heman karî dike.

Pustên heman beş