PKK e û hewlên têkdana civaka Êzidî li Şingalê

PKK e û hewlên têkdana civaka Êzidî li Şingalê
  • Beşa sê

Sitem û rewşa xerab a gelê Êzidî li Şingalê li ser destê PKK ê jiyan kirî, hemawayê sitema li ser dema terora DAÎŞ ê ye, navçe paşvemayî û bê avedanî maye, piranîya şêniyên bajêr hêjan aware ne, ewên ku niha li Şingalê jî ne, nikarin ji ber PKK ê tu kesabetekê ji bo xwe bikin, bi kurtasî jiyana li gel PKK ê ji bo wan karekî herî bi tengasî ye.

Di beşên 1 û 2 de, hinek zelalî li ser kar û ecêndayên PKK ê li Şingalê û kanê bi tu awa reftarê bi gelê Êzidî re dike me bas kir, di vê beşê de emê vê mijarê bidomînin û bas li rewşa gelê Êzidî ji rûyê abûrî û jiyankirina li jêr desthilata çekdarên “Biratîya Gelan bikin”, hemwext guherînên erdnîgarî ên ku li navçeyê kirine û bûne sedem ku jiyan li Şingalê hertim di xetere yê da be.

Nûçe gihanê pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê karî derbasî Şingalê bibe û agahî li derbara vê siyaseta PKK ê ji welatiyên Şingalê, oldar û kesatiyên navçeyê wergirtine.

PKK e sedema derman ne kirina birînên Êzidîyane

Weke me li beşên rabûrî de bas kirî, PKK e tenê ji bo berjewendîya rêxistina xwe di Şingalê de cî girtîye, girîngîya rewşa Êzidîyan û parastina civaka wan li cem PKK ê tuneye, nuke jî birînên Êzidîyan yên ku nehên dermankirin bingehê xwe ji helwesta PKK ê digre, jiberku PKK e li ser êş û azarên tirajîdiya Êzidîyan berjewendiyên hizbî bi dest dixe û diparêze.

Ji bo ku Şingal nekeve ser bi herêma Kurdistanê ve PKK e ketîye di nava hewlên mezin de, PKK ê rê da Heşda Şabî derbasî Şingalê bibe û hewildanên Heşda Şeibî ji boy Pêşmerge ji Şingalê derbixe bû palpişt, PKK ê di guhê Êzidîyan de digo ku “Pêşmerge îxanet kir û me hûn parastin”, lê belê her kes dizane ev yek ne raste, ji ber ku dema terora DAÎŞ ê bi ser Şingalê de girtî, PKK e li ku derê bû? Çima rê li fermanê ne girt? Çima 4500 keç û jinên Êzidîyan hatin revandin?, bi kurtasî PKK ê bûyera Şingalê weke îxanet bi gelê Êzidî da nîşandan, weke parçeyeke ji pilan û berjewendîya hizbî, ev jî dide nîşandan ku PKK e çend xwepereste.

PKK e rênade Êzidî kesabetekê li çiyayê Şingalê bikin

Cotkar û xwediyên heywanan li Şingalê bi nûçeghanê pêgeha mere bas li sitema PKK ê ya ji her alî li ser Êzidîyan kir ku ew qas mezine xwe bandora wê li ser kesên herî asayî ên navçeyê heye, wan wiha axvî: “PKK e rê nade Êzidî biçine ser rez û bîstanên xwe û çerandina pez li deverên çiyayê Şingalê li Bara, Sikînye û Kersî û navçeyên din, PKK e wan navçeyan bi Deverên Hesas û Hêla Sor dide nas kirin û bi vê yekê Êzidî ji mulkê xwe bê par dibin”.

PKK ê tonêl di malên Êzidîyan ve li Qubletê çêkirine

PKK e ji ketina xwe ya nava Şingalê de, bi terzê terorîstên DAÎŞ ê tev gerya ye, ji bona selmandina rastîya vê axaftina me, PKK ê mîna terorîstên DAÎŞ ê tonêl li her derê çêkirine, şênîyan eşkere kir ku PKK ê tonêl li nav malên Êzidîyan çêkirine û ji bo navçeyên Hêla Sor ku baregehên PKK ê lêne kêşane, her wiha sîma û tobografîya çiyayê Şingalê tîkdaye hemû bi lêdana tonêlan û serbazgehên meşqî li jêr erd, her ji sedema hebûna PKK ê çiyayê Şingalê bûye armanceke berdayî ji bo balefirên dewleta Tirkiyê.

Lihevhatina Şingalê PKK e xistîye di tengasiyê de

Ji bûna asayî kirina rewşa Şingalê, avedankirina bajêr û vegerîna awareyan, hikûmetên Hewlêr û Bexdayê lihev kirine, ev yêk ku bi derfeteke zêrîn ji bo Şingalê û civaka Êzidî tê hesab kirin, lê belê ji ber ku di berjewendîya PKK ê de nîne, PKK e naxwaze ev lihevhatin were bi cî kirin, ya rast PKK e dixwaze gelê Êzidî yê Şingalê di tengasyê de bimîne.

PKK ê ji bo ku lihevhatina Şingalê neyê bichî kirin çendîn caran xwepêşandan bi navê Êzidîyan çêkirin, wê pena ji bo şêx eşîrên li serdema xwe li gel terora DAÎŞ ê bir û ew şêxên terorîst weke rîh sipyên Êzidîyan dane nas kirin.

PKK e bi van hewlên xwe yên li Şingalê, tenê êrîşa ser Hikûmeta Başûr dike, bi kurtasî PKK e dixwaze gelê Êzidî ji bo şerê xwe yê li dijî Hikûmeta Başûr weke sotemenî bikar bîne.

Rastîya Şingalê û birîna Êzidîyan

Bila Êzidî bizanbin ger ev di roja me ya îro de nebe, li rojeke nêz wê were jiyan kirin

Rastîya Şingalê ji fermana 2014an mirov dikare wiha bibêje: “Hikûmeta Başûrê Kurdistanê her tişt ji boy dermankirina birînên Êzidîyan kir, ji boy rizgarkirina bajar li 14 mijdara 2015an  şexsê Mes’ûd Barzanî ku li wê demê Serokê Başûrê Kurdistanê bû çû ciyê operasyonê û birêvebir, Pêşmergeyan bi sedan şehîd û birîndar dan, heya niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê rola xwe ya asayî kirina rewşa Şingalê berdewam dike, lê PKK e bê navber ev birînên ku hatîn jiyan kirin di rojevê de û ji bo berjewendîya rêxistina xwe dikelîne, ya rast PKK e li ser birînên Êzidîyan berjewendiyên hizbî bi dest têxe”.

Li dawiyê em dibêjn, li gorî ku ya hatîye jiyan kirin, xwediyên doza Biratîya Gelan, dixwazin Êzidîyan ji nasnameya Kurd û Kurdistanê dûr bixin, neyariyê li nêvbera Êzidîyan de bixulqîne, navçeyên wan bide destê dagîrkeran, bila Êzidî bizanbin ger ev di roja me ya îro de nebe, li rojeke nêz wê were jiyan kirin û kanê Efrîna ku 6 salan PKK e têde bi tu awa bi 6 sa’etan radestî dewleta Tirkiyê kir, wê Şingal jî di navbera çend saetan bi derdê Efrînê biçe.

Pustên heman beş