Rejîma Îslamî a Îranê tenê li meha rabûrî, cezayê bidarvekirinê li ser 7 ciwanên Kurd ên Rojhilata Kurdistanê bi cî kirîye.
Rêxistina Hengaw a mafên mirovan li Rojhilata Kurdistanê eşkere kir, tenê di meha rabûrî oktobera 2020an de, Rejîma Îslamî a Îranê, 7 ciwanên Kurd di zîndanên Rojhilata Kurdistanê û Îranê de cezayê bi darvekirinê li ser sepandîye.
Dest nîşan kir, ev ciwanên Kurd li zîndanên Ormiyê, Sine, Elîgûdriz hatine cî bi cî kirin, 6 jê bi sûça kuştina enqest û yekê din bi sûça bazirganî kirina bi maddeyên hişberê.
Rêxistina Hengaw her wiha dibêje, 4 ji wan ciwanan ji şêniyên Ormiyê,2 yên Loristanê û yekê din ji Kirmanşanê bû.