PKK ê bi terzê DAÎŞ ê êrîşî Pêşmerge kir

PKK ê êrîşeka bi terzê DAÎŞ ê li dijî Pêşmergey kir

Hat nûkirin

Çekdarên PKK ê bi awayê terorîsta îro êrîşî hêzên Pêşmerge ên Başûrê Kurdistanê kir, bombek bi otombêlan wan ve teqandin û birîndar hene.

Îro roja çarşemî 4/11/2020an PKK ê li nahîya Çemankê a ser bi parêzgeha Dihokê ve, bombeyeke çandî bi otombêla hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve teqand û di encam da 3 Pêşmerge birîndar bûn ku rewşa yek ji wan Pêşmergeyan pir xetere.

Çavkanyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihand, birîna dû ji wan Pêşmergeyan girane û niha ew li nexweşxanê çareseriyê werdigirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her wiha eşkere kir ev bombe li geliyê bi nav Kanî Mazê ê ser bi nahiya Çemankê ve bi otombêla hêzên Pêşmerge ve hatîye teqandin, ev jî weke destpêkirina şerê li dijî Pêşmergeyan ji bal PKK ê ve tê hesab kirin.

Pustên heman beş