Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dikin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dikin

Encûmena Wezîran êrişa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dike û radigihîne, “Êrîşên bi vî rengî weke derbaskirina xeta sor tê dîtin”.

Îro serê sibehê 4.11.2020an li nahiya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve çekdarên PKKê êrîşî ser hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir û di encam de Pêşmergeyek şehîd û sê Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Encûmena Wezîran de hat gotin, “Her êrîşeke bi vî rengî, êrîşeke li dijî tevahiya gelê Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşên bi vî rengî weke derbaskirina xeta sor dizane.”
“Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa îro ya PKK’ê li ser hêza Pêşmerge, bi destdirêjkirina li ser Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa bi nav dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li wê dike ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêgiriyê li ber têkçûna ewlehiya Herêmê dike.”
Deqa peyamê
Îro Çarşemê 11/4/ 2020 Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kombûna xwe ya asayî ya heftane saz kir.

Di civîna li ser êrîşa îro ya hêzên PKKê li ser hêza Pêşmerge li navçeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Duhokê de, Encûmena Wezîran tekezî li ser wê yekê kir, Herêma Kurdistanê kiyaneke siyasî û rewa ya gelê Kurdistanê ye. Hêzên Pêşmerge parêzgerên ax û gelê Kurdistanê ne, ji ber vê yekê her êrişeke bi vî rengî êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî şerê birakujiyê ye. Di vê çarçoveyê de êrîşên bi vî rengî weke xeta sor dihesbînin û êrîşa îro ya li ser hêza Pêşmerge ji aliyê hêzên PKK’ê ve bi tundî weke êrîşa li ser Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa şermezar dikin. Di vê çarçoveyê de weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê em rê li ber têkçûna ewlehiya Herêmê dikin.

Pustên heman beş