Pêşmergeyên ku îro li nahiya Çemankê ji hêla PKK ê ve hatîye hedef kirin, pêşmergeyên jîngeparêz bûn û di dema çûne ser karê xwe de ew hatîne hedef kirin.
Îro roja çarşemî 4/11/2020an, li navçedariya Kanî Masî a ser bi Duhokê ve çekdarên PKK ê otombêleke pêşmergeyan ku dixwastin herin ser karê xwe yê jîngeparêziyê bi bombeyek çandî hedef kirin û di encamê de dû pêşmerge brîndar ketin û yekê din şehîd ket.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihandin ku berevajî wê yekê yaku di medyayên PKK ê û YNK ê de tê gotin pêşmergeyên ku hatîne hedefkirin ne pêşmergeyên zêrevanî ne, belku pêşmergeyên jîngeparêzin ku dixwastin herin ser karê xwe.
Şehîd xistina pêşmergeyên jîngeparêz di demekî de ye ku PKK e pêtir ji her partî û rêxistineke din xwe bi xweza parêz û dusta jîngehê dide nasandin.