PKK ê karmendên ku rêk çêdkirin qetil kirin

Li Rubaroka navçeya Hekariyê endamên PKK ê êrîşî makîneya kar ya xebatkarên ku rê çêdikirin kirin, di êrîşê da 3 karker hatin qetil kirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê li navçeya Rubarokê PKK ê bi moşek û çekên lûledirêj va êrîşî karkerên rê çêdikirin, kirin, di êrîşê da 3 karker hatin qetil kirin.

Şaredarîya navçeya Rubarokê di daxuyanîyeke nivîskî de eşkere kir kesên ku PKK ê êrîşî wan kirî, karmendên şaredariyê bûn, wan rê çêdikir wexta ku ketine ber êrîşê.

Arteşa Tirkiyê di vê derbarê de operasyon li navçeyê dest pê kir û li gor agahiyên ku hatine weşandin, 5 çekdarên PKK ê li wê devera ku êrîş lê pêkhatî kuştin.

Pustên heman beş