Tê pêşbînî kirin sibe roja înî 6/11/2020an, termê Dr. Necmeddîn Kerîm parêzgerê koç kirî yê Kerkûkê, bige Herêma Başûrê Kurdistanê.
Li gor agahiyên ku malbata Dr. Necmeddîn Kerîm parvekiirne, sibe roja înî termê Dr. Necmeddîn Kerîm ji Amerîkayê dê bigehe Herêma Başûrê Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê wê bi awayekî demkî were bi xak sipartin.
Dr. Necmeddîn Kerîm li 31 meha rabûrî bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir, li ser wesyeta wî wê bi awayekê demkî li Kurdistanê bi axê were sipartin, heta dema ku bajarê Kerkûkê tê azadkirin û di jêr ewlehî û aramiya hêzên Pêşmerge de be, dê wê demê bi awayekê hertimî bo bajarê Kerkûkê bê veguhestin.
Dir. Necmedîn kerîm sala 1949 li Kerkûkê ji dayk bû û heta xwendina amadeyî li wî bajarî bû û paş çû Mûsilê û beşa pizîşkê li kolîja pizîşkî a Mûsilê xwend, li sala 1972an bû Pêşmerge, ji sala 2011 ta 2017an parêzgarê Kerkûkê bû.
Necmeddîn Kerîm bi yêk ji xebatkar û welatparêzên Başûrê Kurdistanê dihat hesab kirin, piştigrîyeke bê hempa li dozên hildana ala pîroza Kurdistanê li Kerkûkê û hemwext Referandoma Serxwebûna Kurdistanê a 2017an kir, her bi vê sedemê hêzên dagîrkerên Kerkûkê û li pêşîya wan serokwezîrê berê yê Îraqê Heyder Ebadî, biryareke derqanûnê di rasta Necmeddîn Kerîm de derxist û xwest bi rêya Giropa Xaînan ji bo Bexdayê were radest kirin, lê belê ev amanca wan sernegirtbû.