Îro roja pêncişemî 5/11/2020an berpirsê rêxistinên Düsseldorf ê Partiya Demokrata Kurdistanê “Segvan Salih” seredana Akadîmîya bihêzkirina waneyên abûrî, civakî, matmatîk û Almanî li Dîsbork ê kir û ji aliyê “Lûttî Govercin” rêveberê akadimîyê û “Mîrza Altun”, “Sirac Otis” û “Sevgî Isik” ve ku her hemû kurdên Bakurê Kurdistanê ne û pêş niha di nava refên PKK ê de endam bûn, hat pêşwazî kirin.
Di vê hevdîtnê de her du aliyan bas li parastina destkeftiyên netewî yên Herêma Başûrê Kurdistanê kir û tekez kirin pêdivîye rêz li serweriya xaka Herêma Başûrê Kurdistanê were girtin û rê li pîlangêriyên dujminan derheq vê perçeya azad a Kurdistanê bê girtin.
Her yek ji Lûttî Govercin, Mîrza Altun, Sirac Otis, Sevgî Isik di rûniştinê de diyar kirin ku bi tenê tevgeriyan li ser rêya General Mistefa Barzanî û sîyasetên netewî yên Mes’ûd Barzanî wê xizmeta doza rewa ya kurdan bke, her weha ragihand ku pêwîste kurd bi tevahî li başûrê kurdistanê xwedî derkevin û wê ji pîlanên dujminan biparêzin.
Piştî eşkere bûna rûyê rast ê PKK ê li cem hemû kurdan bi taybetî kurdên li Ewropayê dijîn, êdî hêdî hêdî refên PKK ê bicî dihêlin û di nava partîyên netewî yên weke PDK ê dest bi xebata xwe ji bo rizgariya kurdistanê dikin, jiberku ji wan re zelal bûye ku PKK e ne ew hêze ku kar ji bo azadiya Kurdistanê bike, bi taybet piştî desteserkirina Ocelan, rêberê vê partiyê.