Êrîşa çekdarên PKK ê li ser pêşmergeyên Kurdistanê li navçeya Çemankê ku bo sedema şehîd ketina pêşmergeyekê û birîndar bûna duyên din her ku diçe pêtir bertekan li pey xwe tîne, di vê derbarê de rêxistinên civaka sivîl li Duhokê ev karê PKK ê pirotesto kir.
Îro roja pêncşemî 5/11/2020an rêxistinên civaka sivîl li Duhokê bi tundî êrîş û zêdegaviyên çekdarên PKK ê li ser başûrê kurdistanê pirotesto kirin û ragihandin, di vê rewşê de ku kirîzên abûrî, siyasî û civakî di nava başûrê kurdistanê de hene û bûne bargiranî li ser milên gelê başûr, di demekî de ku em li bendê bûyn hemû alî bi berpirsyarî tev bigerin, lê belê PKK ê bi vî karê têkderane rewş zêdetir aloz û barê gelê kurd li başûr girantir kir.
Rêxistinên civaka sivîl ragihand ku Başûrê Kurdistanê li ser asta nav dewletî bûye seywanek aram ji bo kurdên her çar perçeyên kurdistanê, loma pêwîste hemû hewildan ji bo parastina destkeftên herêma başûrê kurdistanê bin, gelê wilatparêzên başûr ne hêjayî wê yekê ye ku kirîza ewlehî jî li ser kirîzên wan zêde bibe.
Rêxistinên sivîl her weha ragihandin, bi mexabinî ve PKK e, weke hertim berjewendiyên sitratîjî û abûrî û asayîşa netewî û aramiya Kurdistanê bi reftarên xwe yên ne rewa armanc dike, bi taybetî êrîşa tirsoneka duh 4/11/2020an ku di vê êrîşê de çekdarên PKK ê parêzerên rasteqîne yên ax, ala, sînor û hemû pîroziyên kurdistanê li navçeya Çemankê hedef kirin û çendîn pêşmerge şehîd û brîndar kirîne.
Nûnerê van rêxistinan ragihand ku em weke rêxistinên civaka sivîl li Duhokê van karên têkderane yên PKK ê bi tundî pirotesto dikîn û daxwazê ji PKK ê dikîn rêzê li qanûn û serweriya axa başûrê kurdistanê û saziyên wê yên fermî bigre û vegere qada xwe ya xebatê li bakurê kurdistanê û rewşa Kurdistanê pêtir aloz neke.