Li Edeneyê Kesê hat tesbîtkirin ku karên medya û bêtêlê yên Duran Kalkanê ji serkêşên PKK ê dimeşand bi operasyona polêsan hat binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr tesbît kirin ku Î.K.yê (30) di salên 2016-2017an da çûye kampên li Iraqê yên PKK ê ji vir mehekê berê vegeriyaye Edeneyê.
Li ser vê ekîbên polêsan dest bi xebatan kirin û bi operasyonê Î.K. binçav kirin.
Hat tesbîtkirin ku Î.K. karên medya û bêtêlê yên Duran Kalkan di meşandiye.
Hat diyakirin ku şikbar li ser navê Duran Kalkan midaxeleyî axaftinên bêtêlê kiriye, wêneyên li kampên PKK ê û hin herêmên pevçûnê jî ji saziyên medyayê yên nêzî rêxistinê ra serwîs kiriye.
Piştî karûbarên li ewlekariyê Î.K. sewqî dadgehê kirin û bi biryara hakimtiya silh ceza ya nobedar hat girtin.