Koçberên Şengalê li dijî PKK ê û Heşda Şabî Xwepêşan dan

Koçberên Şengalê li dijî PKK ê û Heşda Şabî Xwepêşan dan

Koçberên Şengalê li sê kampên sereke ên parêzgeha Dihokê, bi mebesta vegerandina aramiyê ji bo bajarê xwe û bi dawî anîna revandina ciwan û zarokan ji aliyê PKK ê ve, xwepêşandan kirin û daxwaza bilez bi cih înana peymana Hewlêr û Bexdayê kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja yekşemî 8/11/2020an, li her yêk ji kampa Şarya, Êsiyan û Çemişko koçberên Şengalê xwepêşandan li dijî hebûna çekdarên PKK ê û Heşda Şabî û ji bo bicih înana Peyman Şengalê ya li nêvbera hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Îraqê kirin.

Xwepêşanderan bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê, hikûmeta Îraqê û Neteweyên Yekbûyî kirin ku lezê bidin bicihanîna Peymana asayîkirina rewşa Şengalê.

Di meha borî da Hewlêr û Bexda bi armanca vegerandina aramiyê ji bo Şengalê, Peymanek dîrokî pêk anîn di nava armancên wê Peymanê de, derxistina komên çekdar ji bajêr heye, lê belê Partîya Karkerên Kurdistanê ji destpêka îmza kirina vê Peymanê ketîye nava hewlên mezin de ji bo ku Peyman rastî şikestinê bihêt.

Koçber dibêjn rewşa wan roj bi roj di nav kampan de xerabtir dibe û her wiha berî ku xizmetkarî li navçeyên wan neyên kirin, ew nikarin niha vegerin.

Xwepêşanderan ev silogan di beriz kirbû: “Em daxwaza serbestberdana revandiyan ji zindanên DAÎŞ ê û Partîya Karkerên Kurdistanê dikeyn û bila dawî li terora rewşenbîrî û fîzîkî ya li dijî welatiyên Şengalê tê kirin, were.”

Her wiha koçberên Şengalê dibêjin: “revandina zarok û biçûkan ji aliyê Partîya Karkerên Kurdistanê ve û biçîkirina wan, li dijî yasayên navneteweyî ye.”

Hebûna hêzên çekdar û PKK ê li Şengalê, nehiştye ku rêxistinên navneteweyî berê xwe bidin herêmê û ji nû ve ava biken û ev yek jî nehiştiye ku gelê herêmê vegerin malên xwe û ji kampên penaberan derkevin ku niha ji sedî 80ê ya wan li kampan jiyan dikin.

Pustên heman beş