Êrîşa PKK ê ku li 4î Mijdarê li ser pêşmergeyan hatbû encamdan ji aliyê pir aliyên sîyasî û hêzên nav neteweyî ve hat şermezar kirin. Gelek aliya êrîşa PKK ê ya ku le ser pêşmergeyan hate encamdan û di encam de pêşmergeyek şehîd ket û sê pêşmerge jî birîndar ketin şermezar kir û weke çalakiyeke terorîstî nirxand.
Êrîşa ku PKK ê li ser pêşmerge kirbû, wezareta derve ya Amerîka, wezareta derve ya Fransa jî weku çalakiyek terorîstî bi nav kir û ji aliyê wan ve hate şermezar kirin. PKK ê piştî van şermezarîya dubare li ser navê HPG ê daxuyaniyek belav kir. PKK ê-HPG ê di daxuyaniyê de ragihand ku: “ em xemgînin ji bo bûyera Çemankê”. Lê belê têde ti lêborînek nebû û helwestên xwe yên berê berdewam kirin. Gelek aliyên sîyasî egerê duyemîn daxûyanî ya PKK ê wisa nirxand ku PKK ê hêvî nedikir ku bi vî rengê tund helwest beramberî wan were nîşandan.
Di heman demê da çavkanîyên herêmî dibêjin ku gelek endamên PKK ê jî ji vî şerî ne razîne. PKK e wan kesên ku li şerî dûrin û di şikeftan dane bi gotina “pêşmerge êrîş me kir dixapîne. Lê belê ew grûpên çekdar ku li derdora çiyayê Gare ne û nêzîkî wan cihane ku PKK ê berhevî lê kirî ku li wê derê êrîşê bike ser pêşmergeyan vê rastiyê baş dizanin. Ji ber vê yekê jî naxwazin beşdarî şerî bibin. Li gor çavkaniyên herêmî dîyar dikin ji 4ê Mijdarê heya niha li nav 4 rojan de nêzî 9 gerîlayan bi tenê li derdora çiyayê Gare û Çemankê refên PKK ê bicîh hiştine û xwe radestî pêşmergeyan kiriye.
Ev ciwanên kurda ku ji nav PKK ê qut dibin dihêne nav malên xelkî yan jî raste rast hindek ji van xwe digehînin hêzên pêşmerge. Eve didine diyar kirin ku sebebê Qutbûna wan ji nav PKK ê eve ku ew naxazin li dijî pêşmergeyan şer biken. Ev kese dibêjin ku “em hatîne li ser van çiya ya ku em li dijî dagîrkarên kurdistanê şer bikîn em ne hatîne ku li dijî kurda şer bikîn. Me qebûl nekirîye ku em dijî pêşmergeyan şer bikîn, em şerê dijî pêşmerge weke îxanet kirin li kurdistanê dibînîn. Ji ber vê yekê jî em ji nav refên PKK ê derketîne.
Çend vîdyo ji aliyê hindek ji xelkê herêmê ve hatîne tomarkirin ku têde dema hatina gerîlayan ji bo nav pêşmergeyan nîşan dide. Lê belê hêzên pêşmerge van vîdyoyan kom dike û nahêle ku xelk van dîmena belav bike, lê dîsa jî hinek dîmen li sosyal medyayê de belav bûn. Di yek ji wan video yan de ku li 6ê Mijdara 2020an li navçeya Çemankê hatîye girtin. Du gerîla dihên nav pêşmergeyan û yek ji wan jine.