Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê bersiva PKKê dide

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê bersiva PKKê dide

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyekê bersiva rêveberên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Zozan Çewlik dide û diyar dike ku PKK heta niha ti caran armanca wê pirsa Kurd nebûye, eger li cihekî pirsa Kurd xistibe nav risteyê, ji bo sergermkirin û ciwankirina paragrafên siyasî û medyayî bûye.

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê destnîşan kir: “Komîteya Rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 42yemîn salvegera damezrandinê de û herwiha Zozan Çewlik li Navenda Parastina Gel, dûr ji mentiq û rastbîniyê, behsa pirsgirêka bi Herêma Kurdistanê ve peywendîdar, rola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Cenabê Serok Mesûd Barzanî dikin, bi taybetî di şîrovekirina bûyeran de û herwiha îstîfzaz û şerfiroşiyên PKKê bi Herêma Kurdistanê, weke her dem ketiye nav xeletiya dîrokî û siyasî û heta xeletiya rewşenbîriyê jî.”

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “PKK divê vê rastiyê bizane ku xelkê têkoşer û dilsoz ê Kurdistanê ji mahiyet û heqîqeta PKKê têgihiştine û dizanin, ji bo çi û bi çi meramek, ew merama ku xizmeta nahezên gel dike, PKKê qada rasteqîn a xebatê ya li bakurê Kurdistanê bi cih hiştiye û hatiye başûrê Kurdistanê û pevçûn û şer bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên fermî difiroşe.”

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê diyar kiriye: “Rastiyeke dîrokî heye, ku divê em behs bikin, rastî jî ew e ku PKK ji destpêka damezrandinê ve heta niha nekariye weke hêzeke netewî, xebata siyasî û azadîxwaz bidomîne û li qada xwe ya rasteqîn, nexşeya wê hebe, nexşeyek ku li ser civaka demokrasî û modern a jiyana siyasî ya hevdem hatibe nexşandin, da ku bala dinyaya nû bikşîne ser xwe û dost û piştevan ji bo doza rewa ya gel bicivîne. Lê PKK ne tenê nexwest wê rol û nexşeyê bibîne, berevajî wê, roleke negatîv a wisa lîst ku qalkirineke demdirêj divê û em ê li vir tenê amaje bi wê rola negatîv bikin, ku ji şerfiroşiya bi xelkê Kurdistanê û dijayetîkirina parlemento û hikûmeta bi demokrasî hatiye hilbijartin a Herêma Kurdistanê pêk tê.”

Dezgehê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye: “Siyaseta PKKê siyaseteke ne netewî ye. PKK çendîn car bûye sedema şer û xwînrijandina Kurdan û ziyana mezin li doza rewa ya Kurd daye, rijdbûna li ser heman siyaseta ne netewî, ji bo hemû dilsoz û demokrasîxwazan bûye cihê pirsyar û gumanê, pirsyar û gumanek ku roj bi roj PKKê lawaztir dike!.. Lawazbûnek ku her ku diçe PKKê zêdetir dixe baweşê nahezên Kurd û Kurdistanê û ew jî karên ecêb pê dikin. Karên ku di ti mentiqekê de cihê wan tine, weke; revandina zarokan, têkdana piran, xerakirina gundan, eziyetdana cotkaran û şewitandina rez û bexçeyan, heta digihîje rawestana li ber parlemento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku destkefta xwîna şehîdan e.”

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Piştî dirustbûna qewareya rewa ya Herêma Kurdistanê, PKK siyaseta li dijî PDK û Barzanî girte ber xwe û cîbicîkirina hemû plan û siyasetên di vî warî de girtiye stûyê xwe. Çar gerên şer ên PKKê yên li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di salên nodî de bes in û belge ne, ji bo îsbatkirina wê rastiyê.”

Pustên heman beş