Arteşa Tirkiyê operasyon li dijî PKK ê li Bidlîsê destpêkir û di sa’etên yekem de, 6 sitargeh jinavbirin û alavên jiyan û çek û teqemeniyên rêxistinê dest bi ser de girtin.
Li gorî daxuyaniya parêzgeha Bidlîsê ku îro roja dûşemî 11/1/2021an parvekirîye, fermandarîya cendirmeyên parêzgehê agahî stand ku li kirê gazîtepeyê yê gundê çeltkiliyê, teqemenî û alavên jiyanê yên rêxistina PKK ê, çalkirî hene.
Li ser vê yekê, operasyona Birûsk-16 destpêkir û di hundirê 6 sitargehan da top, topên mezin, hawin, herwiha alavên jiyanê hatin bi dest xistin.