PKK e dibe sedema bordoman kirina gundekê Başûrê welat

PKK e dibe sedema bordoman kirina gundekê Başûrê welat

Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê îro liv û tevgerên çekdarên rêxistina PKK ê li gundekê sînorê qeza pişder a Başûrê Kurdistanê hedef kir, zirarên mezin bi gund ketine.

Kenala Kurdistan 24 îro roja sêşemî 2/2/2021an belav kir, bi sedema liv û tevgerên çekdarên rêxistina PKK ê, balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê gundê bi navê Şênê girêday qeza Pişder ser bi parêzgehîya Silêmaniyê ve hedef kir, bordomanê zirarên mezin li gund xistine.

Dest nîşan kir, êrîş li sa’et 11:00 berî nîvrojê pêkhatîye û li gorî daxuyanîya Bekir Weysî birêvebrê navçeya Helşo ku ji bo Kurdistan 24ê daye, balefiran 3 caran gundê Şênê hedef kirîye.

Bekir Weysî dibêje: hîna niha wan haydar li derbara zirarên canî yên vê êrîşê bi dest nexistine, lê belê zirar bi malên şêniyên gund ketine.

Rêxistina PKK ê ji êrîşa xzîrana sala rabûrî ya dewleta Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê, liv û tevgerên çekdarên xwe xistine nava gund û dorbera bajêran, PKK e vê yêkê bi enqest dike ji bo ku ev gund û bajarok werin hedef kirin û bibin meydana şer.

Pustên heman beş