Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê îro paş nîvrojê, hereketa çekdarên PKKê li binara çiyayê Gare hedef kir, bordoman li nêzî gundê êkmale pêkhatîye.
Çavkanyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja înî 12/2/2021an, balefirên cengê yê dewleta Tirkiyê, liv û tevgerên çekdarên PKKê li çiyayê gare hedef kirin, ev bordoman li nêzî gundê Êkmale yê navçeya Sersinkê girêday devera Berê Gare pêkhatîye.
Li gor agahiyên destê me, balefiran li sa’et 2:55 êvara îro, dû roket li hereketa çekdarên PKKê xistine, lê belê agahî li derbara zrarên canî tunene.
Ev êrîş hemwexta êrîşa şeva derbasbûyî tê, wexta ku balefiran li sa’et 11:50 Girê Miranê yê hindavî navçeya Çemankê bordoman kirî.
Dewleta Tirkiyê li roja çarşemî ya rabûrî 10/2/2021an, operasyona bi navê Penca Baz – 2 li Başûrê Kurdistanê li dijî rêxistina PKKê dest pê kir, ji wê demê ve ev cara sêyemîne liv û tevgerên çekdarên PKKê li çiyayê Gare bi dijwarî tên hedef kirin.
Rêxistina PKKê ji wexta destpêkirina qûnaxa yekemîn ya operasyona Penca Baz ku li xizîrana sala rabûrî bû, hereketa çekdarên xwe xistine nava gund û nêzî bajarokan, ev yêk bûye sedema şehîd û birîndar ketina hejmareke sivîlên Başûrê welat bi taybet li sînorê parêzgehîya Dihokê, PKKe vê yekê bi enqest dike ji bo ku arteşa Tirkiyê kêşî Başûr bike û şer nêzî gund û bajarokan bibe.