Pêşengê Katolîkên cîhanê papa Francis 5ê Adarê çû Îraq û Herêma Kurdistanê. Tevahî cîhanê ev serdan ji nêz ve şopandin. Hemû ragihandinên cîhanê sat bi sat seredana papa bo Îraq û Herêma Kurdistanê weşan kir. Lê belê medyaya PKKê ev serdan ne dît û ti nûçeyek li ser çênekirin.
Cara yekê bo ku pêşengê Katolîkên cîhanê Papa seredana Îraq û Kurdistanê bike. Taybet jî seredana Papa ji bo Kurdistanê, şêwazê pêşwazîkirina wî, coşa gelê kiristîyan û Mosilmanên Kurdistanê ji boy tev cîhanê cihê şanaziyê bû. Tevahiya dîplomatên li Kurdistanê, Konsolxane û tev derdorên siyasî ev dîmene dît û li hikûmeta Herêmê pîroz kirin. Lê belê medyaya PKKê li ser vê yekê ti nûçeyek çênekir. Tenê ragihandina PKKê ya ku li Herêma Kurdistanê kar dike, anku ROJ NEWS wek nûçe belav kir û got: Papa Serdana Mûslê kir. Behsa ti Kurdistan û ti tiştên din nehate kirin. Yek kenalê telefizyonî yê PKKê jî yek dîmen belav ne kir.
PKKe ji aliyê Eskerî û Siyasî her çend têk çûbe jî ji aliyê ragihandinê ve xwe ser pîya girtiye û têk neçûye. Ragihandinek yek alî, ku tenê di berjewendiya partîya xwe da kar dike, di destên wê de ye. Bi ti şêwaza li dervey xwe ti kesekê naîne ser ekranên xwe. Heman demê jî ti kesek ji dervey xata wan nikare ti tiştekê parve bike. Ragihandina PKKê ji bilî karên xwe ti tiştekê gelê kurd nikare pîroz bike. Di hatina papa de jî heman helwest nîşan da. Hatina papa ji boy Herêma Kurdistanê gelek gring bû. Ne tenê ji boy başûr belku ji boy hemû kurdan gring bû. Lê belê jiberku PKKê ev seredan organize nekiribû weke tiştekê normal ku ti rû nedabe hatin û xwastin ku biçûk nîşan bidin.
Ragihandina PKKê bi her tiştê xwe di amadebaşiyê deye ku tenê Herêma Kurdistanê biçûk bike. Ragihandina PKKê Herêma Kurdistanî wisa dide diyar kirin ku her tiştek têde xerab e, her roj jin tên kuştin, zarok tên lêdan, kes nikare dijî Hikûmetê biaxve, li her derê lêdan heye, birçîbûn heye. Medyaya PKKê çi caran serketineke Herêma Kurdistanê ne derxistîye ser ekranên xwe, ne aborî, ne siyasî, ne kultûrî, ne civakî, ne perwerde ti tiştekê xweş li Herêma Kurdistanê di nava ragihandina PKKê de nahê nîşandan. PKKe ne tenê serkeftinên başûr nîşan nade belku êrîşên ser Başûrê welat jî nîşan nade. Dema 15ê sibatê Heşda Şebî bi mûşeka êrîşî Hewlêrê kirî, ragihandina PKKê ti girîngî yek pê neda. Tenê şeva yekê gotin ku “li Hewlêrê teqîn çêbû” pîştre diyar bû êrîşa mûşekî hatiye encamdan lê careke din ti girîngî yek pê neda. PKKe bi tenê çepên Tirk û hinek kesên derdora xwe dertêxe ser ragihandina xwe û li ser “Demokratîk kirina Tirkiya, xerabiya Herêma Kurdistanê û fikarên çep gir” diaxvin.
PKKe her tiştekê Herêma Kurdistanê xerab dike. Wisa lêhatîye ku heger li Hewlêrê yan jî Duhokê seyare pêl mirîşkekî bike jî, ragihandina wan dinivîsînin ku “Asayîşa KDP ajela komkuj dike, asayîş li dijî xwezayê tev digere”. Lê belê vê ragihandinê ne dît papa Firancîs bi hemû ezemeta xwe ve hate Herêma Kurdistanê û bi ti ezemet ve hate pêşwazî kirin. PKKe wek çuka deveye serê xwe kirîye nav axê nabîne û dibêje belku kesê nedîtibe. Nexêr hemû cîhanê ev yek dît. Hemû cîhanê dît ku Kurdistan cihê pêkve jîyanê ye, li Kurdistanê tev nasnameyên olî û netewî azad dijîn, hizirûbîrên Herêma Kurdistanê gelek cudane ji Rojhilata Navîn û azadî têde heye. Hemû cîhanê ev rastîye dît lê ragihandina PKKê ev yek ne dît. Ev bi tenê dît ku “papa serdana Mûsil kir.”