Li Kobanî yê dewrîya Tirkî-Rûsî pêkhat

Li Kobanî yê dewrîya Tirkî-Rûsî pêkhat

Artêşa Tirkiyê û artêşa Rûsya îro gereka çavdêriyê li bajarê Kobanî yê Rojava Kurdistanê encam da, ev ger navend û dorbera bajêr li xwe girt.

Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand, îro roja dûşemî 8/3/2021an, artêşa Tirkiyê û Rûsya federal gereka çavdêriyê ya hevpar li navenda bajêr Kobanî yê û dorbera bajêr encam da, 8 erebeyên serbazî û balefirên helîkopter têde beşdar bûn.

Nerîngeha Sûrî dest nîşan kir, gera ku îro pikhatî di çarçûveya lihevhatina arteşên Tirkiyê û Rûsyê tê ku berya dû salan li Sûçiyê hatîye îmze kirin.

Hêjay gotinê ye, li yekê vê mehê jî gereka çavdêriyê li sînorê Kobanî yê hatbû encam dayîn.

Pustên heman beş