lêkolîna li ser girtina HDPê di 31 Adarê de tê kirin

lêkolîna li ser girtina HDPê di 31 Adarê de tê kirin

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê diyar kir, di 31ê Adarê de, yekemîn lêkolînê li ser dosyeya girtina HDPê dike.

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Destûrê li ser malpera xwe destnîşan kir, Civata Giştî ya Dadgehê bi armanca lêkolîna destpêkê li ser doza girtina HDPê, 31ê Adarê dê bicive û biryara qebûlkirin yan jî redkirina doznameyê bide.

Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, ji bo girtina HDPê li Dadgeha Destûre doz vekiribû û dozname ji bo Dadgeha Jorîn ya Destûra Bingehîn hatibû şandin.

Hêjayî gotinê ye, daxwaza girtina HDPê di asta cîhanê de deng veda. Yekîtiya Ewropa û Amerîka derbarê vê mijarê de, dilgiraniya xwe nîşan dabûn.

Pustên heman beş