Hêzên Amerîkî li Dêrika Hemko gereke serbazî pêk anîn

Hêzên Amerîkî li Dêrika Hemko gereke serbazî pêk anîn

Hêzên Amerîkî, li Eyn Dîwara Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê, gereke serbazî pêk anîn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, roja 2 Nîsanê hêzên Amerîkî bi beşdarbûna 4 zirxpoş û 2 helîkopteran, gereke serbazî li Eyn Dîwara Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê nêzîkî sînorê Tirkiyê kirin.

Herwiha di 19 û 22 Adara derbasbûyî de, hêzên Amerîkî çend gerên serbazî li gundewarê Dêrika Hemko û Rimêlanê kirin û bi xelkê deverê re civiyabûn.

Pustên heman beş