Îran sibe wê 6 girtiyên Kurd darveket

Îran sibe wê 6 girtiyên Kurd darveket

Rejîma Îranê amadekarîya darvekirina 6 girtyên Kurd dike, îro ev 6 girtî veguhastne jûrên take kesî li zîndana Urmiyê.

Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan eşkere kir, 6 girtiyên Kurd li zîndana Urmiyê a Rojhilata Kurdistanê, îro roja şemî 3/4/2021an ji boy jûrên take kesî hatine veguhastin, ev jî qûnaxa pêşî cî bi cî kirina cezayê darvekirinê ye.

Rêxistina Hengaw dibêje: ev şeş zîndanî bi cînayeta bazirganî kirinê bi maddeyên hişberê hatine mehkeme kirin.

Rêxistina Hengaw nasnameya van 6 girtîyan eşkere kirîye û navên wan wihane:

“Mîr Sultan Emîrî, Sadiq Mehî, Mistefa Nesîrxa, Ehmed Nê’met Wend, Mihemed Kerîm Mihemedpûr û Îbrahîn Nesîrxa. “

Desthilata Îranê malbatên van 6 girtîyan haydar kirine ku ceza sibe roja yekşemiyê 4/4/2021an wê were cî bi cî kirin.

Pustên heman beş