Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 6 girtiyên kurd hatin darvekirin.
Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, îro danê sibê 6 girtiyên kurd li nav girtîgeha navendî ya bajarê Ormiyê de hatin bidarvekirin.
Li gorî agahiyan, tevahiya wan girtiyan bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.
Du kesan ji wan kesên ku hatine bidarvekirin, birayên hev bûne.
Nav û nîşanên kesên ku hatine bidarvekirin, ev in:
Ehed Hebîbvend (Ormiye)
Mistefa Nesîrxah (Selmas)
Îbrahîm Nesîrxah (Selmas)
Mihemed Kerîm Mehmûdî (Şino)
Sadiq Mehmî (Ormiye)
Mîr Sultan Emîrî (Şino)