Tirkiyê li Kanî Masê êrîşî PKKê kir

Tirkiyê li Kanî Masê êrîşî PKKê kir

Îro jî êrîşên asîmanî yên dewleta Tirkiyê li ser bingeh û stargehên PKKê di nava Başûrê Kurdistanê de berdewam bûn.

Çavkaniyên Pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihandin, îro roja duşemî 5/4/2021an stargehên PKKê li sînorê Kanî Masê hatin armancikirin, lê heya niha ti agahiyek derbara zîyanên PKKê di dest de tune ne.

Çavkaniyên Pêgeha Darka Mazî aşkera kirin, îro saet 10:20 pêş nîvrojê balefirên cengî yên dewleta Tirkiyê stargehên PKKê li çiyayê gabnîrkê ku dikeve beramberî gundî Şimayîla ê ser bi nahiya Kanî Masê ve bordoman kirîne.

Her ku diçe êrîşên dewleta Tirkiyê bo ser Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê pêtir dibin û çekdarên PKKê jî pêtir ji xeta sînorî dûr dikevin û berê xwe didin hundirê Başûrê Kurdistanê û ji boy parastina xwe ji van êrîşan xwe pêtir nêzî gund û bajaran dikin, ev yek jî bûye sedem ku xeterî bikeve ser gelê başûr, gel ji PKKê daxwaz dike ji gund û bajarokên wan dûr bikivin daku canê wan nekeve xetereyê, lê belê PKKe ti giringiyekê bi vê daxwaza gel nade û pêtir xwe nêzî wan dike.

Pustên heman beş