Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di salvegera biryara 688 a Encûmena Asayişê de ku ji bo parastina gelê Kurd ji êrişên rejîma Beis hatibû wergirtin, ragihand ku “Biryara 688ê ya Netewên Yekgirtî bûye bingehê Herêma Federe ya Kurdistanê”
PAKê bi boneya derbasbûna 30 sal di ser projebiryara 688 a Encûmena Asayişa Netewên Yekbûyî (NY) peyamek belav kir û tê de dibêje divê gavên Fransa, Amerîka û hinek dewletên din yên ku ji bo alîkarî û piştgirîya di sala 1991ê de dane gelê Başûrê Kurdistanê neyên jibîkirin.
Di peyama xwe de PAK dibêje: “2yê Tebaxa 1990ê dewleta Iraqê ku Sedam Husên desthilatdar bû, Kuweyt dagir kir. Sedam Husên li îtirazên dewletên cîhanê guhdar nekir û her li ser dagirkirina Kuweytê ma. Bi pêşkêşya Amerîkayê, li gel Fransa, Erebîstana Siûdî,Sûriyê, Misirê 37 dewletan wek hêza hevpeymaniyê, di roja 27ê Çileya 1991ê de bi erîşên hewayî tevgereke leşkerî li dijî Iraqê destpê kirin.Di roja 24ê Sibata 1991ê jî tevgera leşkerî ya bejayî destpê kirin. Piştî vê tevgera leşkerî ya Hêzên Hevpeymaniyê, Iraq mecbûr ma ji Kuweytê vekişe. Piştî Kuweyt ji dagirkerîya Iraqê hate rizagar kirin, di 1ê Adara 1991ê de agirbest hate îlankirin.
Gelê Kurdistanê piştî ku Sedam Husên li Kuweytê şikest xwar, ji bo rizgarî û azadiyê raperîn destpê kir. Bi midaxale û organîzasyona Bereya Kurdistanî raperîn bi şiklekî birêxistinî hatin birêvebirin. Raperîna ewil di roja 5ê Adara 1991ê li Ranya ya navçeya Sileymanîyê destpê kir. Bi raperîna gelê Kurdistanê di nevbera 3 hefteyan de Hewlêr, Silêymanîye, Duhok, Helebce, Kerkûk ji destê rejîma Beasê ya Dewleta Iraqê hate rizgarkirin.”
Di berdewamiya peyamê de PAK diyar dike: “Di roja 27ê Adara 1991ê de Artêşa Iraqê êrîşeke berfireh a hewayî û bejayî anî ser Başûrê Kurdistanê, gelek zarok, jin û pîr jî tê de, gelê me yê sivîl di van êrîşn de hatin qetilkirin.Nêzîkî yek milyon gelê me jî ji ber tirsa jenosîdeke nû, cih û malên xwe hiştin û mecbûr man reviyan aliyê sînorên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ku di bin dagirkerîya dewleta Tirkyê û Îranê de ne. Di roja 27e Adarê de Kerkûk di 31ê Adarê de jî Hewlêr careke din hatin dagirkirin.”
PAKê bi bîr xist ku Fransa di destpêka Nîsana 1991an de proje biryarek pêşkêşî Encûmena Asayişê ya Netewên Yekgirtî kir û tê de daxwaz kir ku komkujiya Iraqê ya li dijî gelê Kurd şermezar bike û rê li ber bigire û ragihand: “Amerîka û Birîtanyayê jî piştgiriya Fransayê kirin û bi piraniya endamên Neteweyên Yekbûyî, di roja 5ê Adara 1991ê de biryara 688ê ji aliyê Encûmena Asayişê ya Netewên Yekgirtî ve hate girtin. Li gorî vê biryarê, firînên hêzên asmanî yên Iraqê yên li bakurê xeta 36ê hate qedexekirin û ev herêm wek ‘herêma ewlehîyê’ hate îlankirin. Rûsya û Çîn digotin ‘nabe ku bi tu awayî destêwerdan di karûbarên Iraqê yên navxweyîde were kirin’ û li dijî biryara hejmara 688 a Encûmena Asayişê ya Netewên Yekgirtî derketin.”
Di beşeke din a peyama xwe de PAK destnîşan dike aşkereye ku di perçebûn, dagirkirin û bê stato hiştina Kurdistanê de û di piştgirî û çavlêgirtina li dagirkeran de hinek dewletên mezin wek aktorên navneteweyî roleke esasî lihîstîne û dibêje: “Netewên Yekgirti jî bi parastina statukoya heyî, di bêstatu hiştina Kurdistanê de roleke esasî lihîstiye. Lê belê, divê hewl û gavên Fransa, Amerîka û hinek dewletên din yên ku ji bo alîkarî û piştgirîya di sala 1991ê de dane gelê Başûrê Kurdistanê jî em ji bîr nekin. Biryara Encûmena Asayişê ya Netewên Yekgirtî ya 688ê di dîroka Kurdistanê de rûpeleka nû vekirîye û ji bo miletê Kurd biryareke dîrokî ye.”
PAK herwiha pêşniyar dike “divê em bi ssyaseteke maqûl, çêker û aqilane di cîhanê de dostên xwe zêde , dijminên xwe kêm bikin û divê em bi dîplomasiyeke xurt bikaribin alîkarî û piştgiriya dewletên cîhanê zêdetir bigirin” û dibêje: “Biryara Encûmena Asayişê ya Netewên Yekgirtî ya 688ê, bû sedema dawî lê anîna dagirkerîya Dewleta Iraqê ya li bajarên Hewlêr, Sileymanîye, Duhok ve Halebceyê û bû bengehê Parlamento û Hikûmeta Federe ya li Herêma Kurdistanê.Bi Bereya Kurdistanî pêkanîna yekrêzî û tifaqa partîyên Kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê jî, di bidestxistin û parastina destkeftinên federe de kilîdeke esasî bû.