Di navbera HSDê û çeteyên Tirkiyê de şerekî giran derket

Di navbera HSDê û çeteyên Tirkiyê de şerekî giran derket

Li gundewarê bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê de şerekî giran derket.

Çavkaniyên xwecihî diyar dikin, di navbera her du aliyan de bi çekên cûr bi cûr, li nêzîkî gundê Seyda ku hêla rûbirûbûn û temasê di navbera wan de ye, çêbûye.

Herwiha topxaneya giran a artêşa Tirkiyê, di heman demê de derdora wêstgeha el-Nexîl a bênvedanê û rêya M4 li bakurê rojavayê bajarokê Eyn Îsa li bakurê parêzgeha Reqayê kirin armanc.

Heya niha tu zanyarî derbarê encam û ziyanên şer û topbaranê de nehatine zanîn.

Pustên heman beş