Êzdîyan wêneyên zaroyên PKKê revandîn gihandin Neteweyên Yekbûyî

Êzdîyan wêneyên zaroyên PKKê revandîn gihandin Neteweyên Yekbûyî

Êzidiyên Şengalê yên ku rêxistina PKKê bi darê zorê zaro, xort û keçên wan revandine, wêneyên zaroyên xwe yên niha di destê PKKê de, gihandin Neteweyên Yekbûyî.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, Zohra Tabouri brêvebra ofîsa Neteweyên Yekbûyî UNAMI a parêzgehîya Mûsilê, serdana Serdeşta çiyayê Şengalê kirîye û hevdîtin bi gelê Êzidî re kirine.

Dest nîşan kir, ev serdan li roja 2 adara îsal 2021an çêbûye, Zohra Tabouri li vê navçeya Şengalê li gel hejmareke malbatên Êzidî civiyay ye, yên ku rêxistina PKKê zaro, xort û keçên wan bi darê zorê revandine.

Malbatên Êzidîyan ji boy nûnera Neteweyên Yekbûyî diyar kirine ku PKKê zaroyên wan bi zor birine û wêneyên wan jî radestî vê birêvebra Neteweyên Yekbûyî kirine.

Di vê hevdîtnê de, Zohra Tabouri a nûnera Neteweyên Yekbûyî ji malbatên Êzidî re gotîye ku ewê te’qîba vê dozê bikin û wê hemû hewlekê bidin ku bi alîkarîya hikûmeta federal a Bexdayê, agahîyan ji çarenivîsa zarokên wan bizanin.

Hêjay gotinê ye, li gorî agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî ku ji Êzidiyên Şengalê wergirtine, ji dema êrîşa terora DAÎŞê ya li ser Şengalê û ketina PKKê bo nava bajêr de, bi sedan, keç, xort û zarokên Êzidîyan ji hêla PKKê ve hatine revandin û hêjan çarenivîsa wan nediyare.

Dayik û bavên zarokên wan revandî, li sala rabûrî hikûmeta federal û gelê Êzidî ji van cînayetên rêxistina PKKê haydar kirbû û ev cînayetên PKKê bi dewama fermana DAÎŞê nav kirbû.

Pustên heman beş