PKKe zarokekê din ê Kurd bi kuştin da

PKKe zarokekê din ê Kurd bi kuştin da

Rêxistina PKKê zarokekê din ê Kurd ku ji Bakurê Kurdistanê revandibû li çiyayê Garê yê Başûrê welat bi destê eskerên Tirk bi kuştin da, HPGê li derbara vî zarokî îro beyanek parvekir û pirr bi rû qayîmî dibêje: ew mîlîtanekê bi kêr hatî yê Apoçî bû.

HPGê balê leşkirî yê rêxistina PKKê îro daxuyanîyek parvekir û têde bas li gerîlayekî bi navê Andok Oremar kirîye ku di êrîşa balefirên Tirkiyê de berîya dû rojan li çiyayê Garê can daye.

HPGê weke hertim hemû agahî li derbara Andok parvekirine, lê belê tu agahî li derbara temen û roja ji dayik bûna wê nedane, ji bo ku cînayeta revandina zarokên Kurdistanê li ser wê tesbît nebe.

Andok Oremar ku di êrîşa Garê de can daye, ji wêneyên wî xweyaye ku ew hêjan di teman 13 heya 15 saliyê deye, hêjan rîh û simêlên wî nehatine, li gorî hemû yasayên şer nabe tu kes di vê temenê de were çekdar kirin, yan jî tevlî rêxistineke çekdarî bibe.

Rêxistina PKKê ji bo çêkirina şervanan, pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navdewletî ve hatîye tesbît kirin.

Pustên heman beş