Tirkiyê li gundê Sigêrê êrîşî PKKê kir

Tirkiyê li gundê Sigêrê êrîşî PKKê kir

Balefirên dewleta Tirkiyê îro jî çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê hedef kirin, dema ku stargehên PKKê li sînorê gundê Sigêra kevin ê girêdayî devera Nihêlê a ser bi qezaya Amêdiyê ve bordoman kirî.

Li gorî agahiyên pêgeha me yên ji çavkaniyên xwe ên taybet li Amêdiyê bi dest xwe xistî, îro roja sêşemî 6/4/2021an, balefirên dewleta Tirkiyê stargehên çekdarên PKKê li gundê Sigêra kevin ku bi Dûratiya 6 kîlometran dikeve Bakurê Rojhilatê bajarê Amêdiyê hedef kirine.

Balefiran li saet 6:20 ê êvarê yek roket li bilindahiyên gundê Sigêra kevin daye, tevî ku zirarên PKKê nehatin zanîn, lê belê li gor agahiyên di dest me de hin zirarên madî ên PKKê di vê êrîşê de hene.

Gundê Sigêrê gundekê Başûrê Kurdistanê ye ku dikeve devera Nihêlê a bi ser bajarokê Amêdiyê ve, ev gund di salên heştêyan de bi sedema êrîş û şerê sepandî yê rejêma Bes bi serokatiya Sedam Husên li ser gelê başûr, hatibû valakirin, şêniyên vî gundî jî weke şêniyên 5 hezar gundên din ên Kurdistanê aware bibûn, piştî serhildana sala 1991an û damezrandina hikûmet û parlamentoya Kurdistanê gundek nû ji şêniyan re hat avakirin, lê belê ev care gund bi sedema şerê sepandî yê PKKê li dijî hikûmet û gelê başûr hat şewtandin û wêrankirin û careke din şêniyên vî gundî aware bûn.

Pustên heman beş