Li sînorê gundên Sigêrê û Çelkê 5 Gerîla tên hedef kirin

Li sînorê gundên Sigêrê û Çelkê 5 Gerîla tên hedef kirin

Di êrîşên duh de ku balefirên dewleta Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê encam dane, 5 Gerîlayên PKKê hatine hedef kirin.

Balefirên dewleta Tirkiyê duh roja sêşemiyê 6/4/2021an, dû caran êrîşa rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê kir, êrîşa yekemîn li sînorê Amêdiyê pêkhat wexta ku balefiran sitargehên çekdarên PKKê li gundê Sigêra Kevin ku bi dûratiya 6 kîlometran dikeve bakurê rojhilatê bajraokê Amêdiyê armanc kirin.

Êrîşa dûyemîn jî li berbanga hema rojê çêbû û balefirên Tirkiyê di vê êrîşê jî de, devera bi navê Kaniya Mîra li aqarê gundê Çelkê li sînorê Kanî Masê hedef kirin.

Îro roja çarşemiyê 7/6/2021an, wezareta parastina netewî ya Tirkiyê eşkere kir, di van êrîşan de, 5 çekdarên PKKê hatine hedef kirin, rêxistina PKKê jî tu agahî li derbara ji dest dayîna van çekdarên xwe nedane.

Pustên heman beş