Kolberekî kurd yê Rojhilatê Kurdistanê tiştekî sosret deşîfre dike û dibêje, hinek kolber ji bo ku bikaribin barên xwe hildan neçar dibin madeyên hişber bikar bînin!
Li Rojhilatê Kurdistanê, ji ber ku tevahiya çavkaniyên dahat û jiyanê ji aliyê dewlet û rêjîma Îranê ve hatine zeftkirin û qorixkirin, welatî neçar dimînin rêyên pir bi zehmet bo peydakirina nanekê bidin pêşiya xwe. Yek ji wan rêyan, kolberî ye ku gelek caran dibe sebeba mirina kolberan.
Kolber piştî ku rêyek dûr û dirêj dimeşin, barekî gelekî ji giraniya xwe girantir didin pişta xwe. Hinek caran giraniya bar digehîje 70-80 kîloyan.
Malpera nivî fermî ya Îranî ya bi navê Mehrnews raportek li ser kolberan û kolberiyê belav kiriye.
Kolberekî kurd û xelkê devera Hewraman, ku nexwastiye navê wî were ragihandin, ji malperê re gotiye, xelkê deverê ji ber belengaziyê neçar dimînin kolberiyê bikin. Ew mirinê jî didin ber çavên xwe, çimkî ti çavkaniyeka jiyanê bo wan nemaye.
Wî kolberî behsa tiştekî gelekî sosret bi êş jî kiriye û gotiye, beşek ji kolberan ji bo ku bikaribin barê xwe hildin, neçar dimînin madeyên hişber bikar bînin! Ew jî dibe sebeb ku piştî demekê bi madeyên hişber ve bên girêdan û hêdî hêdî quweta xwe ji dest bidin û ber bi felaketeka din ve biçin…