Li zîndana jinan ya Ormiyê li Rojhilata Kurdistanê, 12 jinên Kurd çaverêya cezayê darvekirinê dikin.
Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan eşkere kir, di beşa jinan de ya zîndana Ormiyê li Rojhilata Kurdistanê, 12 jinên mehkûm hene û çaverêya cî bi cî kirina cezayê darvekirinê dikin.
Ev 12 jin bi cînayeta kuştina enqest hatine mehkeme kirin û cezayê darvekirinê ji boy wan derketîye.
Li gorî rêxistina hengaw, 3 ji van jinan ji Ormiyê ne, 2 ji Bokanê, 3 ji Serdeştê, yên din ji Mihabadê, Tikab, Miyandwar û xoy ne.