Çekdarên rêxistina PKKê careke din bûne sedema borodman kirina gundên Başûrê Kurdistanê, îro careke din aqarê gundê Bêbadê yê girêday parêzgehîya Dihokê ket ber êrîşan.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncşemî 8/3/2021an, balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên PKKê li nêzî gundê Bêbadê yê girêday navçeya Çemankê li parêzgehîya Dihokê hedef kir.
Êrîş li sa’et 2:30 paş nîvrojê pêkhatîye, wexta ku çekdarên PKKê xwe nêzî gund kirîn, bi taybet li navçeya bi navê Kilîlo ku dibe aqarê gundê Bêbadê û balefiran yek roket lê navçeyê xistin.
Çekdarên PKKê ev demek dirêje awayê tevgeryana xwe li Başûrê welat guherandîye, êdî vê rêxistinê hereketa çekdarên xwe xistîye nav gund û dorbera bajarokan û bi vê sedemê gundê Başûr dewam dikevin ber êrîşan, zirara êrîşan jî tenê bi şêniyên Başûr dikeve.