Çekdarên PKKê heqaretê li gundiyên gundê Gîzê dikin

PKKe heqaretê li gundiyên gundê Gîzê dikin

Partiya Karkerên Kurdistanê piştî ku li hemû navçeyên sînorî yên di nêvbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de rastî şikestinê hatî, niha giraniya xwe xistiye navçeya Berê Garê û Metîna û ev navçeye bi temamî xistîne bin destê xwe û jiyan li gelê navçeyê kiriye dojeh, PKKe ku xwe weke piştevana texa Proleter dide nasandin xwe rê bi texa Proleter a vê navçeyê jî nade ku bi karên xwe rabin û bi keda xwe û kar kirina di nava rez û bax û erdên xwe yên çandinîyê de zaroyên xwe xwedî bikin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Amedîyê eşkere kirin, her ku diçe zexta çekdarên PKKê li ser gelê navçeyê pêtir dibe, çavkaniyên me eşkere kirin ku li 2/4/2021an çekdarên PKKê li navçeya “Geliyê Gîzê” ku dikeve çiyayê Gare nêzî gundê Gîzê ê ser bi nahiya Sersinkê li devera Berê Garê, xaleka kontrola rêyê danîbû ser cadeya sereke ya ku dyçe devera Berê Garê.

Dema ku xelkê xwastiye biçin ser gundên xwe ji boy pakij kirina rez û baxên xwe û sexbêrkirina wan, çekdarên PKKê rê li wan girtiye û xwestiye kontrola wan û alavên wan yên ji boy kar kirinê ji xwe re anî bikin, lê belê gundî bi tu awa razî nebûne werin kontrolkirin û bi çekdarên PKKê ragihandiye ku mafê we tuneye vê yekê bi me bikin, ev cî ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û em azadin, hûn nikarin desthilatdariyê li ser me bikin, mafê we tune ku me kontrol bikin, bi vê sedemê çekdarên PKKê gulleyên hewayî li ser serê wan gundiyan teqandîne û ew ji wê navçeyê dûr xistine, gundî bi neçarî û bi zora ku PKKê li wan kirî vegeran malên xwe.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kiriye ku di heman roj de, dema ku tirombêleke din gihiştî wê xala kontrola rê ya çekdarên PKKê, wan çekdarên PKKê ku gulle berdabûn gundiyên din daxwaz ji ajovanê tirombêlê kiriye yek ji çekdarên wan bi xwe re bibe gundê Sarkê ê ser bi nahiya Sersinkê, lê ajovanê tirombêlê razî nebûye ti çekdarên PKKê bi xwe re bibe, di bersivê de çekdarên PKKê ji wî re dibêjin “Ji Gelê Navçeya Berê Garê bi tenê hûn yên ji Gundê Gîzê bi vî awa ne”! Hûn çima guhdariya me nakin û alîkariya me nakin!, lê dîsa ajovan razî nabe ti çekdarekî li tirombêla xwe suwar bike û bi xwe re bibe ti cîyekî, di encam de rê bi ajovanê wê tirombêlê jî nayê dayîn derbas bibe, loma vedigere mala xwe.

Pustên heman beş