Weke hertim îro jî çekdarên rêxistina PKKê xwe nêzî gundekê Duhokê kir û ev yêk bû sedem ku balefirên Tirkiyê liv û tevgerên wan çekdaran hedef bikin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja înî 9/3/2021an, balefirên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên PKKê li nêzî gundê Şimayla yê girêdayî devera Berwarî Bala li parêzgehîya Dihokê hedef kir.
Êrîş li saet 5:00 êvarê pêkhatîye, wexta ku çekdarên PKKê li çiyayê Gabnrkê yê nêzî gundê Şimayîla hedef kirîn, balefiran dû roket li çiyayî xistin.
Di 3 rojên rabûrî de, dewleta Tirkiyê êrîşê hewayî li ser gundên Başûrê Kurdistanê zêde kirine, di van 3 rojan de, 4 caran êrîşa PKKê kirîye.