Îranê îro jî lawekê Kurd darvekir

Îranê îro jî lawekê Kurd darvekir

Rejîma Îranê îro lawekê din yê Kurd li zîndana Ormiyê ya Rojhilata Kurdistanê darvekir, ev jî dibe girtiyê 7an ku di 6 rojên rabûrî de, ev ceza li ser tê cî bi cî kirin.

Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan eşkere kir, îro roja şemî 10/4/2021an, li zîndana Ormiyê, cezayê darvekirinê li ser girtiyê Kurd Bayezîd Reşîdî hat cî bi cî kirin, navbûrî bi cînayeta ticareta maddeyên hişberê hatbû mehkeme kirin.

Dest nîşan kir, Bayezîd Reşîdî îro serê sibê cezayê wî hatîye cî bi cî kirin, ev jî dibe girtiyê 7an yê Kurd ku di dema 6 rojên rabûrî de, li zîndana Ormiyê tê darvekirin.

Bayezîd Reşîdî xelkî gundê Kelhor yê girêday Ormiyê ye, li roja pêncşemîya rabûrî ji boy cî bi cî kirina cezay, ji boy jûra take kesî hatbû veguhestin.

Hêjay gotinê ye, li 4 vê mehê, 3 zîndanyên Kurd û li 8 mehê jî 3 zîndanî li zîndana Ormiyê cezayê darvekirinê li ser hatine cî bi cî kirin.

Pustên heman beş