Fermandarekê HSDê hate kuştin

Mistefa el-Şêx Elî

Bi mayineke çandî, fermanderê Lîwaya el-Bûseyre ya hêzên HSDê Mistefa el-Şêx Elî, li bajarokê el-Şihêlê ya rojhilatê Dêrezorê hat kuştin.

Çavkaniyên xwecihî diyar dikin, şeva Pênşemê ser bi Înê, otomobîla fermanderê Lîwaya el-Bûseyre ya hêzên HSDê, li bajarokê el-Şihêl bi mayineke çandî hatiye armackirin.

Li gor heman çavkaniyan, di encama teqîna wê mayinê de, her yek ji fermandeyê Lîwaya el-Bûseyre Mistefa el-Şêx Elî û du pasevanên wî yên bi navê Xalid Selûm û Heysem Hemdeş hatine kuştin.

Herwiha hat destnîşankirin, di bûyerê de 2 pasevanên din jî di teqînê de birîndar bûne.

Pustên heman beş