Li Swêdê PKKe êrîşî rojnamevanê kurd dike

Li Swêdê PKKe êrîşî rojnamevanê kurd dike

Rojnamevan Jîndar Ax di malpera xwe ya fêsbokê da daye xuya kirin ku, zelamên PKKê li bajarê Stokholmê êrîşî wî kirine û ee êşandine û gef lê kirine.

Jîndar di malpera xwe da dinvîse ku ew ji êrîş û gefên kesên bi xwîna kurdan bazirganiyê dikin natirse:

Rojnamevan Jîndar dibêje: ” roja 9ê nîsana 2021 di demjimêr 14:05 da, endamê rêxistina terorîst a PKKê yê bi navê kod (Ebas Botî) ku ji Sêrt Eruhê ye, li ser navê PKKe li Stokholm, senterê Hulenda,  bi meqbûzan xeraç  top dikir bi fîzîkî êrîşê min kir û gef li min xwarin. Min bûyer ji polîsê Stokholmê ra ragihand.  Ez ji gef û êrşên kesên ku bi xwîna kurdan bazirganîyê dikin natirism.”

Tê zanîn ku rojnamevan Jîndar ax yek ji rojnamervanên çalake û di nivîs û bernameyên xwe yên malper, rojev Tv da bi vekirî kiryarên PKKê rexne dike   û jiber van helwestên wî gelek cara PKKê gef lê kirine.

Dema li dîroka PKKê dinêrî û baş dinirxînî, ev kiryara PKKê li dijî rojnamevan, Jîndar Ax, ne tiştek nûye û herweha ne gelek xerîbe jî. Jiberku PKKê bi sedan sîyasetmedar û rewşenbîr kuştine û ew ji holê rakirne. Berî çen rojekan jî sîyasetmedar û rewşebîrê kurd Îbrahîm Guçlo bi kuştinê tehdîd kirbû.

Pustên heman beş