Di teqîna mayînekê de 2 zarok şehîd bûn

Di teqîna mayînekê de 2 zarok şehîd bûn

Mayînek li herêma Efrînê ya Rojava Kurdistanê teqîya, di encama wê de, 2 zarokên Kurd bûn qurbanî û can da.

Pêgeha Efrînê post belav kirîye ku li gundê Mezin ê navçeya Şêrawayê, do sibehê di encama teqîna mayîneke ji bermahiyên şer de, 2 zarok şehîd bûn.

Navê zarokên şehîd bûne wiha ne:

Azad Îbrahîm Hisên 12 salî.

Diyar Hemo Hisên 11 salî.

Herwiha 2 zarok bi navê Hisên Îbrahîm Hisên 9 salî û Nisrîn Mihemed Hisên 12 salî bi giranî birîndar bûn.

Pustên heman beş