PKKê 4 sinêleyên Kurd bi destê Tirkiyê dan kuştin
Rêxistina PKKê, îro nûçeya qetil kirina 4 sinêleyên Kurd û yekê Ereb li çiyayê Metîna yê Başûrê Kurdistanê ragihand.
HPGê, balê leşkirî yê PKKê, îro roja dûşemî 12/4/2021an, nûçeya qetil kirina 4 sinêleyên Kurd û yekê Ereb li çiyayê Metîna yê başûrê Kurdistianê ragihand, weke her tim nav û wêneyên van çekdaran parvekirine, lê belê tu agahî li derbara temena wan nedane, ji bo ku cînayeta revandina zarokan li ser wê tesbît nebe.
Nasnameya wan 5 çekdarên PKKê yên ku li Metînayê hatine qetil kirin wusaye:
Şiyar Elaeddîn ji Kobanî.
Feryat Okay ji Elihê.
Mehmûd Cuma ji Helebê- Ereb.
Îbrahîm Bekîr ji Kobanî.
Çimşîde Ziba Salmasê.
Ev 5 çekdarên PKKê, berîya salekê can dane û PKKe ji nû ve îro hatîye dibêje, em van mlîtanên mînak yên Apo bi rêzdarî li bîr tînîn.
HPGê li derbara van çekdaran wusa gotîye:
Hevrêya me Cemşîde li ser bingeha paradîgmaya Apo dixwest jinê rizgar bike !
Mehmûd, Lehengê me yê Ereb feraseta netewî ya Apo bandor lê kir !
Şiyar Elaeddîn, di îdeolojya Apo de xwe kûr kirbû!
Feryat Mlîtanekî mînakê Apo bû!
Ji karên qirêj û gemar yên PKKê eve ku rêxistin zarokên Kurdan weke fîşeka li ber tivenga xwe dibîne, dikare her hemûyan fedayê wî zilamê di Îmraliyê de razay bike.
Rêxistina PKKê ji boy çêkirina şervanan pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên mafên mirovan û yên mafên zarokan ve hatîye tesbît kirin.