Li Efrînê milîsên ser bi Tirkiyê dest danîn ser zeviyên welatiyên Kurd

Li Efrînê milîsên ser bi Tirkiyê dest danîn ser zeviyên welatiyên Kurd

Li bajarokê Şiyê yê ser bi herêma Efrînê, Milîsên Firqeya Siltan Silêman Şah dest daniye ser zeviyên 6 welatiyên Kurd û ji bo Ereb û Tirkumanên hawirde dest bi avakirina xaniyan kiriye.

Yek ji welatiyên ku zeviyên wî hatine desteserkirin ragihand ku projeya avakirina xaniyan li ser zeviyên Kurda ketiye warê cîbicîkirinê.

Bajarokê Şiyê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wî bajarokê navborî dagîr kirine. Nişteciyên gund ên resên 100% Kurd bûn.

Niha li Şiyê, projeyeke avakirina yekeyên niştecîbûnê ji bo Ereb û Tirkumenên hawîrde li ser zeviyên nişteciyên resen tê cîbicîkirin.

Nişteciyên resen ên bajarokê Şiyê 100% xurû Kurd bûn, lê piştî dagîrkirina wê ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê, niha tenê 55% Kurd mane û 45% bûne Ereb û Tirkumenên hawirde.

Pustên heman beş